1. pirtÛkeke şÊx eskeriyÊ axtepÎ ye. Iqdê Dûrfam, wekî fabl e. Çîrokekî bi helbestkî ye û tê de behsa ziknebarî û çavreşiya însanan bi devê hin heywanan tête kirin. Çîrok bi kurtî weha ye:
Derweşêkî li rê rastî kurikekî tê û penêrê destê xwe dide vî kurikî. Kurik hê ku penêr nexwariye, diwxaze dest û serçavê xwe bişo. Penêrê xwe datîne ser kevirekî û dest bi şuştina ser û çavê xwe dike. Di vê navberê de qirokekî tê û penêrê direvîne, dihere li ser darekî datîne. Roviyê zexel, dixwaze penêrê ji qirokê bigre. Xwe dike şiklê sofiyekî bibawer û xwe bi qirokê re wekî şahê bilbilan dide naskirin. Qesîde û beytên welê dibêje ku qirok bi rastî bawer dike ku rovî şahê bilbilan e. Qirok radibe, penêrê xwe dide roviyê. Lê roviyê çavnebar û zikbirçî, têr nabe, fen û futê xwe didomîne. Ji bal qirokê dûr dikeve û li rê rastî dûvekî pez tê. Dixwaze ev dûva jî bixwe. Lê dûv, dafikê nêçîrvanekî ye. Rovî ku xwe çawa nêzî dûv dike, dikeve dafikê û dibe nêçîra nêçîrvan. Nêçîrvan li dawiyê serê rovîyê jêdike.
Li Iqdê Dûrfam de, hin beyt bi tirkî jî hatine nivîsîn. Bêgûman, di pirtûka 204 rupelê ku ji 12 beşan û 2584 malikan pêk tê de, tenê çend misreyên bi tirkî hene û ew jî bi piranî hin pêşgotinên tirkî ne. Şêx, bi van peyvên tirkî jî dilîze û bi hostayî van pêşgotinan bi kurdî şirove dike.
ev çîroka li Iqdê Dûrfam hatiye nivîsîn tev bi helbestkî ne. Em hin misreyên vê pirtûkê wekî mînak jî binivîsînîn, wê nivîskariya Şêx Eskerî dehî baş bê zanîn:
“Di ‘alem de seraser qet kem û bîş
Nemabû xeyrî yarî wan bizan îş
Ji rez û ‘îşweyên dîlber wuha giş
Muferreh pir dibûn hem mest û bêhiş
Bide saqî di vê navê qedehkê
Di dil de hîs bikin em jî ferehkê
Dixwazim saqiya pir mestî bim ez
Nebim mehw û fena ta hestî bim ez
Tu zanî nabe rehet ev dilê jar
Ji derdê vê denî dunya wekî mar?
Bide ta mehwî bim da hestî bim nû
Ji rengê dîlberê ku mestî bim nû
Bide camek hevalî ey dîlara
Ji hiş xistim fîraqa yar û yara”
|